Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê Cejna Kurbanê pîrozkir. PAKê di peyam xwe de ev gotin anîn ziman:
"Cejna Qurbanê li misilmanên Kurdistanê û li hemû misilmanên cîhanê pîroz be
Bi hêvî , bawerî û daxwaza ku Cejna Qurbanê ji gelê me û ji hemû mirovahîyê re bibe destpêka jiyaneke bitenduristî, birûmet û mirovane; bibe destpêka aşitî, aramî û demokrasîyê; bibe destpêka azadîya Kurdistanê, em Cejna Qurbanê ya misilmanên Kurdistanê û yên li derveyî welêt û cejna hemû misilmanên cîhanê pîroz dikin."