Parêzgariya Diyarbekirê mitînga jinan qedexe kir

Parêzgariya Diyarbekirê, mitînga jinan ya di Roja Rûbirûbûna Tundiya Li Dijî Jinê ya Navdewletî de qedexe kir.

25.11.2023, Cts - 03:52

Parêzgariya Diyarbekirê mitînga jinan qedexe kir
Nuçe Belav bike

Îro 25ê Mijdarê Roja Rûbirûbûna Tundiya Li Dijî Jinê ya Navdewletî ye û biryar e di serî de li Diyarbekirê, li gelek bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê çalakî û xwenîşandan bi rê ve biçin.

Lê Parêzgeha Diyarbekirê qedexeyek ji bo sê demjimêran ragihand û mitînga jinan ya ku ji aliyê Tora Rûbirûbûna Tundiya Li Dijî Jinê ya Diyarbekirê ve tê amadekirin, qedexe kir.

Herwiha Parêzgeha Wanê jî her cure çalakî û xwenîşdan heta 28ê Mijdarê qedexe kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 824 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:44:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x