PKKê têkildarî şerê li Wanê daxuyanî da

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) derbarê şerê li navçeya Erdîşa Wanê ya di 16ê Nîsanê de daxuyaniyek belav kir û nasnameya du gerîlayên xwe ku di wî şerî de jiyana xwe ji dest dan, aşkere kir.

19.04.2023, Çar - 13:20

PKKê têkildarî şerê li Wanê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Wanê roja 16ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ragihandibû, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li navçeya Erdîşa Wanê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyonek pêk anîne ku di operasyonê de dron jî hatine bikaranîn.

Li gor daxuyaniyê, di dema birêveçûna operasyonê de li bejahiya gundê Sorsoran (Yankîtepe) di navbera leşkeran û gerîlayên PKKê de şer û pevçûn derketiye û di pevçûnê de Sevîlay Akyildirim ê bi navê kod "Hejar Ronya Serhat" û endameke din a PKKê ku nasnameya wê nehatiye zanîn, jiyana xwe ji dest dane.

Ji aliyê din ve baskê leşkerî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) têkildarî şerê li herêma Tendûrekê daxuyaniyek da.

HPG di daxuyaniya xwe de dibêje, ku di şerê li Tendûrekê de gerîlayên wan Sevîlay Akyıldırım bi nasnavê "Hêjar Zozan" û Orhan Kalabalık bi nasnnavê "Bager Baz" jiyana xwe ji dest dane.

HPGê herwiha têkildarî her du endamên xwe de agahî dan.

Li gor daxuyaniya HPGê, Sevîlay Akyıldırım li Erdexanê ji dayik bûye, di sala 2005an de tevlî rêxistinên PKKê bûye û berê li Heftanînê “Fermandara Eyaletê ya YJA Starê” bûye.

Derbarê Orhan Kalabalik de hatiye gotin ku ew li navçeya Qelqelî ya Wanê hatiye dinê, û di sala 2019an de tevlî refên PKKê bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 382 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:41:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x