HPGyê ragihand ku her sê gerîlayan li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniya HPGyê Şekîrnaz Kaplana bi nasnavê “Gulbahar Mercan”, Emîne Kaplana bi nasnavê “Eylem Munzûr” û Leyla Gulcuya bi nasnavê “Dîcle Eylem” 4ê Tebaxê canê xwe ji dest daye.
Herwiha HPGyê ragihand ku Şekîrnaz Kaplan ji Bedlîsê, Emîne Kaplan ji Êlihê û Leyla Gulcu jî ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.
HPG di heman demê de da zanîn ku her sê gerîlayan li herêma Bagokê ya navçeya Nîsêbîna Mêrdînê canê xwe ji dest daye.
Ji aliyê din ve Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî roja 4ê Tebaxê ragihandibû ku di operasyona artêşa wî welatiyê ya li devera Bagokê de 3 gerîlayan canê xwe ji dest daye.