PSGê li Amedê akademiyeke futbolê vekir

Tîma futbolê ya navdar Paris Saint Germain (PSG)di çarçoveya rêkxistinkirina xwe ya li welatên cûda de li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jî akademiya futbolê vekir.

29.05.2022, Paz - 16:26

PSGê li Amedê akademiyeke futbolê vekir
Nuçe Belav bike

Tîma fransî ya futbolê PSGê berî niha jî li 9 bajarên cûda ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê akademiyên futbolê vekiribûn, Amed 10e mîn bajar e ku ev tîm xwe lê rekxistin dike.

Armanca vekirina akademiya futbolê ew e ku, zarok û ciwanên serkeftî ên Amedê û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê ji bo binesazîya tîmên cîhanê werin gihandin.

Di destpêkê de 50 zarok û ciwanên Amedî yên ku temenê wan di navbera 3 û 19 salî de ne ji bo akademiyê hatine qebûlkirin. Piştî perwerdekariya futbolê, beşdarî dê mafê yarîzaniya profesyonel bidest bixin û eger ji tîmên futfolê ên Tirkiyê û cîhanê xwestek ji bo wan çêbin dê ji bo wan tîman werin firotan. Bi vebûna vê akademîyê zarok û ciwanên Kurd nêziktirî xeyalên xwe bûn.

Serokê Damezrîner ê Akademîya Parîs Saînt Germaîn ya Şaxa Amedê Senar Toprak got: “Yanî em van zorakan pêşî ji bo PSGê digihînin. Bêguman li Tirkiyê jî dikarin herin gelek taximan. Em ji wan re menejertî dikin, em rêya wan vedikin.”

Li asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, Amed bajarê 10e mîn e, ku tîma fransî lê akademîya futbolê vedike û armanca sereke ya akademiyê jî ew e ku ji bo binesaziya tîmên futfolê yên cîhanê gihandina yarîzanên serkeftiye. Di vekirina merasîma akademiya li Amedê yarizanê naskirî yê tîma Galatasaray yê bere Umit Davala jî beşdar bû.

Yarizanê Galatasaray yê berê Umit Davala jî got: “PSG tîmek gele girîng e, xwediyê binesazîyek gelek girîng e, ev kulup girîngiyek zêde dide ciwanan. Xebatên li Amedê jî dê li gor van xebatan birêve biçin. Di demen pêş de jî gelek yarîzanên me yên girîng ê ji vir derkevin.”

Akademiya tîma Fransî di serlêdana bo akdemiyê de ji temenê 3 saliyan heta 19e saliyan keç û kuran qebûl dikin û yek ji şertên herî girîng ê serlêdanê jî ew e ku divê zarok an jî ciwanê ku dixwaze bikeve akademiyê gelek bi huner û dilxwaz be jî.

Rahêner Serdar Adiyaman jî got: “Em ji bo yên baş li vir wan antrenman dikin. Em dê wan bişînin Stenbolê nîşanî rahênerê me Hemze Gezmîş bikin, ku ew jî pesend bike îca em wan dişînin Parîsş, ku li wê derê jî ew hatin qebûlkirin dê tevî malbata xwe biçin Parîsê û ew dê Parîsê bileyizin.”

Di halê heyî de 50 yarîzanên ciwan û zarok ên Amedî yên ku ji bo akademîya PSGê hatine qebûlkirin bi xeyalên mezin dest bi rahênanê kirin.

Yarîzan Canan Aysel got: “Ez êdî dizanim bileyîzim, ez dixwazim bibim futbolîst. Pir dixwazim yanî.”

Yarîzan Heval Kaya jî dibêje: “Hedefa min ez di Real Madrîd e bileyîzim. Jixwe ez golparêz im. Yanî hedefa min Real Madrîd e,yan jî PSG ye.”

Yarîzan Baran Ciwan Aracî jî wiha got: “Hedefa min Real Madrîd e ku ez herim li wir futbolê bileyizîm. Dixwazim li cem Viniser Junior bileyîzim.”

Yarîzan Ahmet Kaya jî dibêje: “Ez dixwazim bibim kalevanek wek Muslera.”

Li gor ragihandina rêvebirên akademiyê ne tenê ji Amedê dê di rojên pêş de ji her bajarek Bakurê Kurdistanê jî serlêdanan qebûl bikin û bi wî awayî dê akademiyê mezintir û berfirehtir bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 636 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:23:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x