PSK û PWK: Biryara nedana mazbataya Abdullah Zeydan antîdemokratîk e

PSK û PWKyê derbarê derbarê biryara nedaba mazbataya Abdullah Zeydan daxuyaniyên nivîskî belav kirin.

02.04.2024, Sal - 21:13

PSK û PWK: Biryara nedana mazbataya Abdullah Zeydan antîdemokratîk e
Nuçe Belav bike

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) îro derbarê biryara Lîjneya Hilbijartinan a Wanê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de got:

“Betalkirina berbijêriya Abdullah Zeydan ê ku di hilbijartinên şaredariyan ê 31ê Adarê de ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû hilbijartin bi hinceta ku mafê wî yê şaredarbûnê nine helwesteke keyfî û antîdemokratîk e.

“Divê demildest dev ji vê pêngava şaş û neadilane bê berdan”

Ev pêkanînên nehiqûqî yên ku îradeya gel paşguh dike, nayên qebûlkirin.

Lijneya Hilbijartinê ya Wanê bi lez û bez mazbataya şaredarbûnê daye berbijêrê AKPyê bêyî ku pêvajoya qanûnî ya pêwîst biqedîne, gaveke skandal e.

Divê demildest dev ji vê pêngava şaş û neadilane bê berdan û belgeya hilbijartinê ji bo Abdullah Zeydan bê vegerandin ku pêwîstiya rêzgirtina li îradeya gel e.”

“Paşguhkirina îradeya gelê Wanê ye”

Herwiha di daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) de jî wiha hat gotin:

“Betalkirina şaredariya Abdullah Zeydan paşguhkirina îradeya gelê Wanê ye.

Birêz Abdullah Zeydan ê ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de weke şaredar hat hilbijartin bi hinceta ku mafê wî yê hilbijartinê nîne, ji wezîfeyê hatiye girtin.

Betalkirina şaredariya birêz Abdullah Zeydanê ku mafê wî yê beşdarbûna hilbijartinê hat pesendkirin û destûr hat dayîn ku beşdarî hilbijartinê bibe, piştî ku hat hilbijartin, biryara hatiye dayîn nehiqûqî, keyfî, antîdemokratîk e ku îradeya gelê Wanê bin pê dike.

Divê mazbataya Abdullah Zeydan were dayîn. “

Vî nûçeyê tevayî: 409 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:11:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x