PWK: 126 Salîya Rojnamegerîya Kurdî Pîroz Be

Bi minasebeta 126 salîya Rojnamegerîya kurdî, em hemû rojnamevanên Kurdên ku di vê rêyê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin Roja Rojnamegerîya Kurdî pîroz be.

22.04.2024, Pts - 11:54

PWK: 126 Salîya Rojnamegerîya Kurdî Pîroz Be
Nuçe Belav bike

Rojnameya pêşîn a kurdî, Kurdistan, di 22ê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji alîyê kurê Mîr Bedirxan, Miqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin. 75 salan piştî derketina vê rojnameyê, di 1973an de li Başûrê Kurdistanê, 22ê Nîsanê wek Roja Rojnamegerîya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.

Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran (çi legal û çi îllegal) kovar û rojnameyên Kurdan derketine. Lê hertim dewletên desthilatdar li hember van kovar û rojnameyan, li hember berpirsiyar û nivîskarên wan bûne asteng û zilm û zoreke nedîtî li wan kirin e. Di vî warî de zilma li ser berpirsiyar, nivîskar û heta xwendevanên rojnameya Kurdistanê (1898) bigrin heta îro jî her ew zilm û zordestî berdewam e.

Gelek rojnamevanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zindan kirin û kuştin.

Heta îro jî rojnamevanên Kurd nikarin erka xwe bi awayeke azad bi cîh bînin. Weşanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadîya wan tê girtin. Di şerê ku li Bakurê Kurdistanê de didome de bûne hedefek pêşîn.

Ji ber vê yekê, rojnamegeriya Kurdî ji alîyekê ve jî mirêka têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîr û civata Kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye.

Bi minasebeta 126 salîya Rojnamegerîya kurdî, em hemû rojnamevanên Kurdên ku di vê rêyê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin Roja Rojnamegerîya Kurdî pîroz be.


Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:53:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x