PWK: Em êrîşa ku li mezelê parêzerê welatperwerê kurd Medet Serhat hatîye kirin şermezar dikin

PWK: Em vê êrîşa nemirovane û êrîşakaran şermezar dikin.

11.04.2024, Per - 15:30

PWK: Em êrîşa ku li mezelê parêzerê welatperwerê kurd Medet Serhat hatîye kirin şermezar dikin
Nuçe Belav bike

 

 

Li gorî agahdarîya ku Rûmet Serhat ê kurê parêzerê welatperwerê kurd Medet Serhat belav kirîye, hinek kesên nedîyar, êrîşî gora parêzerê Kurd Medet Serhat ya li Goristana Zîncîrlîkûyûyê ya navçeya Şîşlîyê ya Stenbolê ye kirine û mermerên gora wî şikandine, mezel texrîb kirine.

Em vê êrîşa nemirovane û êrîşakaran şermezar dikin.

Em bangî alîyên peywendîdar yên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku zûtirîn wext faîlên vê êrîşê tesbît bikin û darizînin.

Parêzerê welatperwerê kurd Medet Serhat yek ji wan 17000 kesên ku ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve bi nave ‘’faîlî meçhûl’’ hatibûn qetil kirin e.

Dewleta Tirkîyeyê di sala 1959ê de gelek rewşenbîr û kesayetên naskirî yên kurd hefskiribû û ev bûyer wek ‘Bûyera 49an’ hatibû binav kirin. Medet Serhat jî yek ji wan kesayetên welatperwerê kurd bû ku di nav 49an de bû, hatibû hevskirin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 343 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:48:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x