PWK: Em Îhsan Nûrî Paşa Birêzdarî Bibîrtînin

Em di salvegera koça dawî ya wî ya 48an de welatperwerê Kurd Îhsan Nûrî Paşa birêzdarî bibîrtînin.

25.03.2024, Pts - 13:21

PWK: Em Îhsan Nûrî Paşa Birêzdarî Bibîrtînin
Nuçe Belav bike

Îhsan Nûrî Paşa , rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê bû.

Îhsan Nûrî Paşa General û rêberê leşkerî yê serhildana Çîyayê Agirî û yek ji  damezranerê Xoybûnê bû.

Îhsan Nûrî Paşa di jîyana xwe de her jibo doza Kurd û Kurdistanê xebat kir,  tekoşa.. Piştî Serîhildana Agirîyê, Îhsan Nûrî Paşa neçar dimine berê xwe dide Îranê.

Îhsan Nûrî Paşa ji berîya 48 salan, di roja 25.03.1976an de, li Îranê di qezayeke trafîkê de koça dawî kir û ket nav refên şehîdên Kurdistanê.

Em di salvegera koça dawî ya  wî ya 48an de welatperwerê Kurd Îhsan Nûrî Paşa birêzdarî bibîrtînin.

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 558 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:41:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x