PWK: Em rêberê neteweyî, civakî, dînî yê miletê Kurd û gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî bi rêzdarî bi bîr tînin

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi minasebeta 110emîn salvegera darvekirina rêberê netewî, civakî, dînî yê miletê Kurd û gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî, roja 14.12.2024ê, li Teşkîlata Amedê ya PWKyê semînerekê li dar xist

14.12.2024, Cts - 12:53

PWK: Em rêberê neteweyî, civakî, dînî yê miletê Kurd û gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî bi rêzdarî bi bîr tînin
Nuçe Belav bike

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi minasebeta 110emîn salvegera darvekirina rêberê netewî, civakî, dînî yê miletê Kurd û gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî, roja 14.12.2024ê,  li Teşkîlata Amedê ya PWKyê semînerekê li dar xist. lêkolîner, dîroknas û nivîskarê kurd Kerem Serhedî bi belgeyan di derbarê jîyan û xebat û girîngîya rêbaza Şêx Ebdulselam Barzanî de agahdarîyên berfireh da.

Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran jî di vê semînerê de daxuyanîya di derbarê jîyan û reform û têkoşîna Şêx Ebdulselam Barzanî de xwend.

Ev jî teksta daxuyanîyê yê:

‘’PWK: Em rêberê neteweyî, civakî, dînî yê miletê Kurd û gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî bi rêzdarî bi bîr tînin

Nûnerên dezgehên ragehandinê yên birêz, sîyesetmedar û rewşenbîrên hêja, hûn bi xêr hatine vê semîner û bibîranîna Şêx Ebdulselam Barzanî yê serok û rêberê hêja yê neteweyî, civakî, dînî yê miletê Kurd û gelê Kurdistanê.

Şêx Ebdulselam Barzanî, 110 sal berê, di roja 14yê Çileya Pêşîna 1914an de li Mûsilê  ji alîyê Dewleta Osmanî ve hate darve kirin. Gava Şêx Ebdulselam Barzanî hate darve kirin, Suleyman Nazîf ê Dîyarbekirî Walîyê Mûsilê bû.

Em îro weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) bi minasebeta bibîranîna  rêberê gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî vê semînerê li dar dixin.

Di derbarê jîyan û xebat û reform û bîr û bawerîyên Şêx Ebdulselam Barzanî de lêkolîner, dîroknas û nivîskarê Kurd ê hêja kek Kerem Serhadî dê agahdarîyên berfireh bide me.

Şêx Ebdulselam Barzanî, kurê Şêx Mehmûd e û birayê mezin ê Şêx Ehmed, Mûhamed Sıddıq Babo û Mele Mistefa Barzanîyê nemir e.

Şêx Ebdulselam Barzanîdi, di sala 1868an de li Barzan jidayik bûye.

Şêx Ebdulselam Barzanî, pêşmerge bû, herweha serfermandarê pêşmerge bû.

Şêx Ebdulselam Barzanî, serok û rêberekî milî, civakî, olî, niştimanî bû.

Şêx Ebdulselam Barzanî, reformxwaz bû.

Şêx Ebdulselam Barzanî, bi damezrandina reformên ji heft xalan pêk hatî, bingehê edalata civakî, bingehê parastina jîngehê, bingehê yekgirtina hemû pêkhateyên Kurdistanê danîye.

Şêx Ebdulselam Barzanî, rêberekî netewî, niştimanî bû. Bername û daxwazên milli, niştimanî yên gelê Kurdistanê pêşkêşî Dewleta Osmanî kir. Dewleta Osmanî wan daxwazna qebûl nekir û bi vê jî nema, êrîşî gelê Kurdistanê kir. Gelê Kurdistanê bi serokatîya Şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewand, berxwedaneke meşrû û qehremanane pêk anî.

Di encama êrîşên Dewleta Osmanî û berxwedana gelê Kurdistanê de, Dewleta Osmanî, di roja 14yê Çileya Pêşîna 1914an de, li Mûsilê, li ber çavên Mele Mistefa Barzanîyê nemirê ku wê gavê 11 salî bû û li ber çavên gelê Kurd, rêberê netewî, niştimanî, olî û civakî Şêx Ebdulselam Barzanî darve kir.

Belê Şêx Ebdulselam Barzanî hate darve kirin. Lê Şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewand. Ew alaya têkoşînê ya bi rûmet ya ku Şêx Ebdulselam Barzanî teslîmî gelê Kurd kir, neket erdê, têkoşîna gelê me ranewestîya.Têkoşîna gelê me bi Serokkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed, bi îlan kirina  Komara Kurdistanê gihîşte asteke bilind.  Ala Kurdistanê ya Komara Kurdistanê li Mehabadê li Meydana Çarçirayê li ba da.

Ew alaya têkoşînê ya bi rûmet, ew alaya rengîn ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kir îro li Başûrê Kurdistanê, li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanêliba dibe.

Ew berxwedan û têkoşîn û serîhildana bi rûmet ya netewî û niştimanî ya Şêx Ebdulselam Barzanî,  îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî di astên cuda cuda de ji alîyê gelê me ve berdewam e.

Ew reformên pir alî ya ku Şêx Ebdulselam Barzanî danîbû, rêbaz û bingehê civet û pêşerojeke azad, adil, pêşketî, demokrat e; rêbaza me hemû welatparêzên Kurdistanê ye.

Em di 110emîn salvegera darve kirina wî de rêber û serokê gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî bi rêzdarî bi bîr tînin.’’

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:26:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x