PWKyê Helbestvanê Kurd Cîgerxwîn li gundê hesarê bibîranî

22.10.2024, Sal - 17:56

PWKyê Helbestvanê Kurd Cîgerxwîn  li gundê hesarê bibîranî
Nuçe Belav bike

Rêvebir, endam, alîgir û dostên PWKyê û rewşenbîrên kurd, roja 22.10.2024ê, di 40emîn salvegera wefata wî de, li Hesar a Kercewsê ya gundê Cîgerxwînî, helbestvanê kurd Cîgerxwî bibîranîn.

Cîhgirên Serokê Giştî  yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Bedran Acar, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Merd Baran Boskan, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mehmet Alî Yilmaz,  Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr , endamên Meclîsa PWKyê Xidir Ûso û Nûrettîn Kiliç, Rêvebirîya Teşkîlata Merdînê ya PWKyê, Serokê Teşkîlata Hezoyê ya PWKyê  A.Mecît Hezer, lêkolîner û dîroknas Kerem Serhedî, helbestvanê kurd Şêxmûs Hamo û alîgir û dostên PWKyê beşdarî çalakîya bibîranîne bûn.

Beşdarên çalakîyê li ber mala ku Cîgerxwîn lê hatibû dinyayê civîyan, bi pankarta ku wênyê Cîgerxwînî li ser bû û bi Alaya Rengîn deqîqeyekê ji bo Cîgerxwîn û hemû şehîdên Kurdistanê rêz girtin.

Paşê, Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr, di derbarê jîyan, xebat û girîngîya Cîgerwînî ya di helbest û edebîyata kurdî de axftinek kir. Azîz Ozdemîr bal kişand ser rola helbesta Cîgerxwînî ya di hişyarbûna neteweyî ya kurd de.

Piştî axaftina Azîz Ozdemîr, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, di derbarê sîyasetvanîya Cîgerxwîn de axaftinek kir û got ‘’Cîgerxwîn ne tenê şaîr bû; di eynî wextê de wek sîyasetvanekî kurd jî, di nav tevgera milî de wek  kedkarekî bêhempa kar kiribû. Divê  em vê teybetmendîya wî jî bibînin’’.

Di dawîya çalakîya bibîranîna Cîgerxwînî de, helbestvanê kurd  Şêxmûs Hamo helbesta bi navê "Kurte Ĵîyana min" xwend. Ciwanê kurd Îzettîn Okan jî helbesta bi navê "ji bona herkesî yarek" xwend.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Vî nûçeyê tevayî: 401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:00:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x