Rapirsî: Li Amedê kîjan partî li pêş e?

Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînan a ADAyê, li Amedê rêjeya dengên DEM Partiyê ji sedî 59,8 e û rêjeya dengên AK Partiyê ji sed3i 28,2 ye.

18.03.2024, Pts - 07:11

Rapirsî: Li Amedê kîjan partî li pêş e?
Nuçe Belav bike

Her ku hilbijartinên 31ê Adarê nêzîk dibin hejmara rapirsiyan jî zêde dibe.

Kompanyaya Lêkolînan a ADAyê li Amedê di navbera 1-15ê Adarê de bi beşdariya hezar û 500 kesî rapirsiyek kir.

Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin hebe hûn dê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dengê xwe bidin kîjan berbijêrî?” hat kirin.

Li gorî bersivan rêjeya dengên berbijêran wiha ne:

Serra Bucak - DEM Partî: Ji sedî 59,8

Mehmet Halîs Bîlden - AK Partî: Ji sedî 28,2

Cafer Pekdemîr - CHP: Ji sedî 3,8

Hîkmet Kaplan – Yenîden Refah: Ji sedî 2,4

Di hilbijartinên Adara 2019an de HDP li Amedê bi rêjeya ji sedî 62,93 bi ser ketibû û AK Partiyê jî ji sedî 30,99ê dengan wergirtibû.

Piştî hilbijartinan bi demekê, hikûmetê qeyûm danîbûn ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên 13 navçeyên Amedê yên di destê HDPyê de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 369 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:06:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x