Li ber deriyê girtîgeha Rihayê kesek di encam êrîşeke çekdarî de hat kuştin
Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê welatiyê ku bi armanca dîtina kesûkarekî xwe yê girtî çûbû girtîgehê, li ber deriyê girtîgehê di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.
Welatiyê bi navê Muhîttîn B. ji bo ku kesûkarekî xwe yê girtî bibîne, îro 8ê Tîrmeha 2022an çû girtîgeha Tîpa E ya Rihayê, lê li gor zanyariyan kesekî ku nasnmaya wî nehatiye diyarkirin, li ber deriyê girtîgehê bi çekan teqe li wî kiriye û ew daye ber guleyan
Di encama êrîşê de welatiyê navborî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên tendirustiyê û hêzên polîs çûn cihê bûyerê. Piştî pişkinîna destpêkê li cihê bûyerê, termê Muhîttîn B. rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Amedê.
Li aliyê din ji bo destserkirina kesê êrîşkar jî lêkolîn hatin destpêkirin