Li navçeya Kaniya Xezalan a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê kesê ku har bûbû ji nexweşxaneyê reviya.
Li gorî idiayan welatiyê bi navê Hesen Xelîl Farasê yê 30 salî ku li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê di encama êrişa kûçikê bêxwedî de birîndar bûbû, rakirin nexweşxaneyê.
Piştî ku diyar bû Faras bi bi har bûye, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan.
Ciwanê ku ji bo parastinê xistin odeyekê nexweşxaneyê, deriyê odeya girtî vekir û tevî telefona welatiyekî ji nexweşxaneyê reviya.
Li ser îxbara xizmê nexweşê ku telefona wî hatiye revandin, polêsên nexweşxaneyê di kameraya ewlehiyê da diyar kirin ku kesê telefona wî diziye Hesen Xelîl Faras e ku bi hariyê ketibû.
Polîs û tîmên tenduristiyê ji bo dîtina Farasê ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan reviya dest bi lêgerînê kirin.
Farasê ku reviyabû li Taxa Dîbatê ku 10 kîlometre dûrî nexweşxaneyê ye, di erdekî vala de hat dîtin.
Ji bo ku Farasê ku bi tirs li derdora xwe dinêrî qanih bikin, bang li rayedarên ku bi Erebî diaxivîn hatin kirin.
Faras piştî demeke dirêj hat qanihkirin, bi ambulansê ji aliyê tîmên bi cilên taybet ve birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan.