Riha: Xebera destdirêjiyê bû sedema aloziyan

Li gor îdiayan, li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyekî Sûriyeyî destdirêjî li zarokekî 9 salî kir.

17.08.2023, Per - 12:19

Riha: Xebera destdirêjiyê bû sedema aloziyan
Nuçe Belav bike

Piştî xebera destdirêjiyê welatiyan li Hewagê xwepêşandan kir û alozî derketin.

Li Taxa Jêr a Hewagê roja 14ê Tebaxê F.Kyê 21 salî ku welatiyê Sûriyeyê ye destdirêjî li M.Yyê 9 salî kir.

Tawanbar 15ê Tebaxê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û heman rojê bi biryara dadgehê hat girtin.

Piştî belavbûna bûyerê li Hewagê xelk derket kolanan û wan bi diruşmên “Em li Hewagê Sûriyeyiyan naxwazin” dest bi xwepêşandanê kir.

Welatiyên Hewagê êrîşî hinek kargehên Sûriyeyiyan kir.

Polîsan êrişî welatiyan kir

Di xwepêşandanê de di navbera welatî û polîsan de alozî derket û rê ji hatûçûnê re hat girtin.

Polîsan bi ava şid û gaza rondikrêj êrişî welatiyan kir û welatiyan jî bi keviran bersiv da polîsan.

Gumanbar hat girtin

Parêzgariya Rihayê derbarê bûyerê de daxuyanî da û got:

“14ê Tebaxê demjimêr 22.15an li ser giliyê bûyereke edlî, hêzên ewlehiyê çûne nexweşxaneyê.

Li ser îfadeya zarokê mexdûr ku gumanbarê biyanî F.K. destdirêjî lê kiriye, lêpirsîn hat destpêkirin û gumanbar hat girtin.

Gumanbarê biyanî roja 15ê Tebaxê derkete pêşberî dadgehê û li wê derê hat girtin.”

Parêzgariyê herwiha di daxuyaniyê de got ku zarok radestî malbata wî hatiye kirin.

Li gorî heman daxuyaniya Parêzgariyê, saziyên pêwendîdar piştgiriyê didin zarok û pêvajoyê dişopînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 237 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:40:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x