Êrişî rêvebirê AK Partiyê hat kirin

Li Tetwanê êrişî Alîkarê Serokê Şaredariya Tetwanê Necdet Okmenê AK Partiyî hat kirin.

04.03.2024, Pts - 12:13

Êrişî rêvebirê AK Partiyê hat kirin
Nuçe Belav bike

Okmen di vê êrişê de birîndar bû.

Bûyerê derdora 12:15an li Taxa PTTyê ya Tetwanê rû da.

Xizmên wî ji ber nakokiyên di navbera wan de, Necdet Okmen rawestandiye.

Piştî ku nîqaşa di navbera wan de gur bûye, xizmên wî bi dar, kevir, kêr û çekan êrişî Okmen kiriye.

Tîmên tenduristiyê Okmenê ku di vê êrişê de hatiye birîndarkirin rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.

Hat zanîn ku rewşa wî ya tenduristiyê baş e.

Li hêla din, hêzên ewlehiyê li derdora nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:15:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x