evserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş şeva borî ji bo bi bavê xwe Tahîr Demîrtaş ê krîza dil derbas kiriye re hevdîtinê pêk bîne birine Amedê.
Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, bavê Selahedîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş celteya dil derbas kir û ji bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.
Selahedîn Demîrtaş jî şeva borî di nava bergirtiyên berfireh yên ewlekariyê de ji zindana Edîrneyê bo Diyarbekirê hate veguhastin.
Demîrtaş, li nexweşxaneyê serdana bavê xwe kir û derdora demjimêr 4.00an dîsa hêzên asayîşê ew vegerandin zindana Edîrneyê.