Semsûr: Ji bin kavilên avahiyekê cebilxane derket

Li Semsûr a Bakurê Kurdistanê di dema xebatên rakirina bermahiyên avahiyeke ku di erdhejê de hilweşiyabû çek û teqemenî hatin dîtin. Hate ragihandin ku mal a polîsekî ye.

13.02.2023, Pts - 14:47

Semsûr: Ji bin kavilên avahiyekê cebilxane derket
Nuçe Belav bike

Li Cadeya Cumhuriyet a Semsûrê di bermahiyên malekê de 2 çekên agirhavêj, fîşek û narincok hatin dîtin.

Nûçegîhanê Rûdawê yê li Semsûrê Rawîn Stêrk ragihand ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Fîlîpînî ku li ser bermahiyên avahiyekê dixebitîn çek û teqemenî dîtin.

Dema tîman agahî da polîsan xebatên rakirina bermahiyan hatin rawestandin û hêzên ewlehiyê yên ku hatin kavila ku cebilxaneya leşkerî hate dîtin, dest danî ser çek û teqemeniyan.

Hate ragihandin ku di destpêkê de tîman digotin qey ev şaneyeke veşartî ye lê paşê hate diyarkirin ku mala polîsekî ye.

Li gor agahiyên ku ji tîma lêgerîn û rizgarkirinê hatine wergirtin, mala ku cebilxane tê de hat dîtin, ji ber ku sembolên "rêxistinên radîkal" tê de hebûn, wek şaneyeke veşartî hat binavkirin.

Her wiha gelek pirtûkên olî yên bi Tirkî û Erebî jî di binê heman kavilê de hatin dîtin.

Berpirsekî Polîsan ku ji Nûçegîhanê Rûdawê re axivî, got, “Mala hevkarekî me ye.”

Lêbelê hûrgilî li ser sedema hebûna cebilxaneyeke wiha li mala polîsekî neda.

Di encama erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Tirkiyê yên wek Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çêbûye û bi hezaran avahî hilweşiyane.

Li Semsûr a ku yek ji parêzgehên herî zêde ji erdhejê zirar dîtiye xebatên lêgerîn û rizgarkirin û rakirina bermahiyan berdewam dikin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 260 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:59:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x