Serok Barzanî: Azadîxwazî herdem di dilê mirovê Kurdistanî de hebûye û dimîne jî

Serok Barzanî: Destkeftiyên Serhildanê milkê gelê Kurdistanê û nifşên paşerojê ne

05.03.2024, Sal - 09:48

Serok Barzanî: Azadîxwazî herdem di dilê mirovê Kurdistanî de hebûye û dimîne jî
Nuçe Belav bike

Di peyamekê de ji bo bîranîna Serhildana pîroz a Adara 1991ê, Serok Barzanî pîrozbahiyê li malbatên şehîdan û Pêşmerge û tevaya xelkê Kurdistanê dike û radigehîne, “Divê destkeftî û armanc û nirxên Serhildanê bilind bimînin û bên parastin û zêdetir bên bihêzkirin. Nabe ku di çi rewşand de û li bin çi givaştinan bên jibîrkirin û şêwandin”.

Serok Barzanî îro (Sêşem, 05.03.2024) peyamek ji bo bîranîna Serhildana pîroz a Adara 1991ê peyamek parve kir û ragehand, “Bi helkefta salvegera 33ê ya Serhildana gelê Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û tevaya neteweperwer û têkoşer û azadîxwazan û tevaya xelkê Kurdistanê dikim”.

Serok Barzanî amaje jî da, “Serhildan berdewamîdana xebata bi dehan salan û berê xweragirî û westiyan û xwîna cemawer û hêzên xebatkar ên Kurdistanê bû û di jiyana gelê me de bû destpêkek û hêviyeke nû. Dilgermiya xelkî li dijî dezgehên stemkar û dagirkeran peyameke gelek ron bû ku di ser bihêzbûna dagirkeran re, îradeya jiyana serbilindî û azadîxwaziyê herdem di dilê mirovê kurdistanî de hebûye û dê bimîne jî”.

Navbirî tekez jî kir, “Destkeftiyên Serhildanê milkê gelê Kurdistanê û nifşên paşerojê ne. di bîranîna Serhildana gelê Kurdistanê de, em tekez dikin ku divê destkeftî û armanc û nirxên Serhildanê bilind bimînin û bên parastin û zêdetir bên bihêzkirin. Nabe ku di çi rewşand de û li bin çi givaştinan bên jibîrkirin û şêwandin”.

Deqê peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Bi helkefta salvegera 33ê ya Serhildana gelê Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û tevaya neteweperwer û têkoşer û azadîxwazan û tevaya xelkê Kurdistanê dikim.

Serhildan berdewamîdana xebata bi dehan salan û berê xweragirî û westiyan û xwîna cemawer û hêzên xebatkar ên Kurdistanê bû û di jiyana gelê me de bû destpêkek û hêviyeke nû. Dilgermiya xelkî li dijî dezgehên stemkar û dagirkeran peyameke gelek ron bû ku di ser bihêzbûna dagirkeran re, îradeya jiyana serbilindî û azadîxwaziyê herdem di dilê mirovê kurdistanî de hebûye û dê bimîne jî.

Destkeftiyên Serhildanê milkê gelê Kurdistanê û nifşên paşerojê ne. di bîranîna Serhildana gelê Kurdistanê de, em tekez dikin ku divê destkeftî û armanc û nirxên Serhildanê bilind bimînin û bên parastin û zêdetir bên bihêzkirin. Nabe ku di çi rewşand de û li bin çi givaştinan bên jibîrkirin û şêwandin.

Silav li canê pakij ê şehîdên Serhildanê

Û tevaya şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê

Mesûd Barzanî

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 518 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:24:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x