Şirnex: Cerdevanek hat kuştin

Li bajarê Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê cerdevanê bi navê Nîmet Encu hat kuştin.

23.01.2023, Pts - 05:47

Şirnex: Cerdevanek hat kuştin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê twitterê kuştina cerdevanê bi navê Nîmet Encu ragihand.

Artêşa Tirkiyê ji roja Şemiyê 21ê Çileya 2023an li herêma Besta ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke leşkerî ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-23” kiriye.

Di operasyonê de 871 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar in ku ji 67 tîmên cuda pêk tên.

Suleyman Soylu diyar kir ku ew cerdevan di dema operasyona bejayî bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-23” de hatiye kuştin.

Ji Erdogan sersaxî

Srokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî sersaxî li malbata Nimet Encuyê kir.

Wezîrê Navxweye yê Tirkiyê Suleyman Soylu ligel Fermandarê Giştî yê Cendirmeyên Tirkiyê Orgeneral Arif Çetin li Şirnexê serdana malbata Encu kir.

Erdogan bi peywendiya telefonê ya ku ligel Soylu, sersaxî li bavê Nimet Encu kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:40:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x