Kesayetiyê diyar ê Bakurê Kurdistanê û Parlamenterê berê yê HDPê Altan Tan ji K24ê re ragihand, dema şerê çekdarî bidawî hatiye û şerê 39 salan ê PKKê çi çareseriyek bi xwe re neaniye.
Divê PKK dest ji şerê çekdarî berde û ji bo çareserkirina pirsa Kurdî rê û rêbazên yasayî û demokratîk werin bikaranîn ku hilbijartinên şaredarî û parlamentoyê yek ji wan rêyan in.
Ev daxuyaniya Altan Tan di demekê de ye, îro 15ê Tebaxa 2023an 39 sal di ser destpêkirina şerê çekdarî ya PKKê re derbas dibe û li gorî amaran ji aliyê PKK û Tirkiyê nêzîkî 80 hezar kes hatine kuştin. Herwiha 4 hezar gund wêran bûne û nêzikî milyonek kes ji gundên xwe koç kirine.
Gelek çavdêrên siyasî jî tekezî li ser wê yekê dikin ku divê PKKê çekê xwe deyne û rê ji siyaset sivîl re veke, li hemberê jî divê hikûmeta Tirkiyê jî pirsa Kurdî çareser bike.