Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan li navçeya Ercîş a Wanê bi serokên saziyên sivîl û mixtaran re di xwarina taşteyê de hevdîtinek kir
Welatiyekî bertek nîşanî Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan da û got, “Hûn bi kesên ku êrîşî ola me dikin re ne, hûn bi hişmendiya CHPê ya ku di Komkujiya Zîlanê de 18 hezar welatiyên me qetil kirin re ne.”
Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan li navçeya Ercîş a Wanê bi serokên saziyên sivîl û mixtaran re di xwarina taşteyê de hevdîtinek kir.
Alî Babacan jî got, “Li vî welatî ne tenê qeyrana aborî, Pirsa Kurd jî heye. Pirsa Kurd bi rûniştina li Enqerê û bi gotina Pirsa Kurd nîne bi dawî nabe.”
Alî Babacan ê ku piştî taşteyê bi otobusa hilbijartinê derbasî navenda bajêr bû û beşdarî vekirina avahiya serokatiya navçeyê bû.
Babacan di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên cotkaran û pirsgirêkên aborî.
" Li vî welatî ne tenê qeyrana aborî, Pirsa Kurd jî heye"
Babacan got, “Me ragihand ku plana me ya çareseriyê ya sereke di warê çandiniyê de ye. Em ê nîvê lêçûna gubre û êm bidin cotkaran. Bi pereya ji sê paran yeka Kanal Stenbolê dê hemû zeviyên avdanê yên li Tirkiyê bên qedandin. Em ê li her qadê bi cotkarên xwe re bin. Li vî welatî ne tenê qeyrana aborî, Pirsa Kurd jî heye. Ez ji vir bang li Erdogan û Bahçelî dikim. Pirsa Kurd bi rûniştina li Enqerê û bi gotina Pirsa Kurd nîne bi dawî nabe. Pirsa Kurd heye, tune ye, werin li vir ji gelê Ercîşê bipirsin.”
"Hûn bi hişmendiya CHPê ya ku di Komkujiya Zîlanê de 18 hezar welatiyên me qetil kirin re ne."
Welatiyekî di vekirina avahiya partiyê de bertek nîşanî Alî Babacan da û got, “Hûn bi kesên ku êrîşî ola me dikin re ne, hûn bi hişmendiya CHPê ya ku di Komkujiya Zîlanê de 18 hezar welatiyên me qetil kirin re ne.”
Babacan wiha bersiv da, “Birayê min tu wek 20-30 sal berê dipeyivî. Guh bide ciwanan. Tu paşiya xwe binêre û guh bide ciwanan.”
Babacan û kesên pê re piştî vekirinê ber bi Wanê ve rê ketin.