Duh Sêşemê 23ê Gulana 2023an tîmên Şaxa Asayîşê ya Rêveberiya Ewlekariya Amedê di operasyonekê de Wekîlê Serokê Klûba Amedsporê Omer Elaldi û 6 mirovên wî desteser kirin.
Omer Elaldi û 6 kesên din piştî karên îfade wergirtinê li Rêveberiya Ewlekariya Amedê bo Dadgeha Amedê hatin şandin. Dadgehê derbarê Omer Elaldi û kesê bi navê Ş.E de biryara girtinê da û 5 kesên din jî bi şertên kontrola edlî hatin berdan.
Heta niha sedema desteserkirin û girtina Omer Elaldi û kesên din nayê zanîn.
Serokê Klûba Amedsporê Selahattin Yildirim, piştî desteserkirina Elaldi ragihand: “Kekê Omer derbarê Umit Ozdag de Twitek parve kiribû. Em wiha difikirin ku ji ber vê yekê hatibe desteserkirin. Ev helwesta berdewamiya armanc nîşandana Amedsporê ye. Em rojek û du roj şûn de dest bi lîstikên play-offê dikin.”