Zarokê 16 salî yê ku 15 roj in winda bû di Çemê Dîcleyê de hat dîtin

Cenazeyê zarokê bi navê Muhammed Bavliyê ku li navçeya Cizîrê 15 roj in winda bû, di Çemê Dîcleyê de hat dîtin.

05.04.2024, Cum - 15:06

Zarokê 16 salî yê ku 15 roj in winda bû di Çemê Dîcleyê de hat dîtin
Nuçe Belav bike

Muhammed Bavliyê 16 salî, 22yê Adarê winda bûbû û malbata wî di heman rojê de xebera windabûna wî dabû.

Li gorî agahiyan Muhammed Bavlî herî dawî li rexê Çemê Dîcleyê hatiye dîtin.

Li ser agahdarkirinê, beriya 5 rojan, tîmên Şaredariya Cizîrê, tîmên AFADê û polîs çûn cihê bûyerê û wan li wê derê lêkolîn dabûn destpêkirin.

Tîman li Çemê Dîcleyê xebatên lêgerînê dabûn destpêkirin.

Di encama van xebatan de îro serê sibehê cenazeyê zarokê winda li nêzikî qereqola sînorî ya gundê Rûbaiyê yê navçeya Silopiyayê hat dîtin.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Bavlî ji bo otopsiyê bir newxeşxaneyê.

Vî nûçeyê tevayî: 205 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:50:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x