81 parlamenteran bangî Sûdanî kir: Mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bidin

Bi îmzeya 81 parlamenterên Parlamentoya Îraqê, ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re nameyek hat şandin.

03.02.2024, Cts - 07:18

81 parlamenteran bangî Sûdanî kir: Mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bidin
Nuçe Belav bike

Di nameyê de parlamenteran daxwaz kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, Wezareta Darayî û Plandanînê bên erkdarkirin û her meh bi awayekî rêkûpêk mûçe bi rêya hesabekî bankeyê were dayîn.

Li Parlamentoya Îraqê, 81 parlamenterên ji partiyên cuda nameyeke ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan a karmendên Herêma Kurdistanê hatiye nivîsîn îmze kir.

Di nameyê de Parlamentera Tevgera Nifşê Nû (Newey Nwê) Sîrwe Ebdulwehîd ragihand ku çend meh in karmendên Herêma Kurdistanê mûçe nastînin.

Di nameyê de hat xwestin ku divê cudahî nekeve di navbera xebatkarên Herêma Kurdistanê û Îraqê de û çawa ku xebatkarên Îraqê mûçe digirin pêwîst e yên Herêma Kurdistanê jî wergirin.

Herwiha hat daxwazkirin ku mûçeyê karmendên bi awayekî rêkûpêk li ser bankeyekî Herêma Kurdistanê, were dayîn û hat gotin:

“Pêwendiya karmendan bi nakokiyên siyasî re nîne. Divê bi awayekî adilane nêzîkî karmendên Kurdistanî bibin.”

Parlamenterê Parlamentoya Îraqê Hadî Selamî têkildarî mijarê ji ajansa Rûdawê re axivî û got:

“Em dixwazin mijara mûçeyê wekî mijareke siyasî neyê bikaranîn.

Divê mûçeyên hemû karmendan li her deverê Îraqê di dema xwe de bê dayîn.

Karmendên Kurdistanê ev çend meh in mûçe wernegirtine û di aliyê aborî de zehmetiyê dikişînin.”

14ê Çiriya Paşîna 2023yan jî Bankaya Bazirganiyê ya Îraqê jî bi daxwaza dayîna mûçeyan name ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re şandibû.

Sûdanî bersiva nameyê da û got ku daxwaz nehatine redkirin.

Li gorî vê yekê, guncav hat dîtin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amarên karmendan pêşkêşî Hikûmeta Federal bike û mûçe jî ji pişka budçe û dahata Herêma Kurdistanê bê dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 233 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:07:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x