Asayîşa Hewlêr ew îddia derewand!

Miduriyeta Asayîşa Hewlêr bi daxûyaniyekî eşkere kir ku bi ti awayî Ereb ji Hewlêrê nehatine derkirin û îddiayê derkirina ereban derewand.

08.11.2017, Çar - 06:44

Asayîşa Hewlêr ew îddia derewand!
Nuçe Belav bike

Miduriyeta Asayişa Hewlêrê li ser îdiayên derkirina awareyên Ereban ji Hewlêrê daxuyaniyekî nivîskî weşand û diyar kir ku, "Hinek ji kanalên ragihandinê wisa belav kirine ku qaşo ew penaberên Ereb ên ku ji bajarên din ên Iraqê ve hatine Kurdistanê, niha ji bajarê Hewlêrê tên derxistin û li cihê wan malên aware yên Kerkûkê tên bicihkirin, Rêveberiya Asayişa Hewlêrê wan nûçeyan red dike û hemû aliyan piştrast dike, ku ew welatiyên Ereb bi rêz ve li bajarê Hewlêrê jiyana xwe ya asayî derbas dikin."

Derbarê bicihbûna hinek ji awareyên Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî li hin xanî û malên projeyên bînasaziyê li Hewlêrê de jî, Asayişa Hewlêrê daye xuyakirin: "Hinek ji wan malên aware yên Kerkûkê li bajarê Aştî 2 hatine bicihkirin, ew jî bi rêkevtin bûye li gel kompaniya bajarê Aştî û Parêzgarê Hewlêrê daku hejmarek ji wan malên ku vala ne, kirê bidin wan wareyan."

Miduriyeta Asayişa Hewlêrê amaje bi nivîsandina navên hin kesan li ser dîwarên hin xaniyan di projeyên bînasaziyê yên li Hewlêrê kir û got: "Ew navên ku li ser dîwaran hatibûn nivîsîn, ew mal in ku niha mulkê kompaniyê ne û bi ti kesî nehatine firotin û ti maên aware yên Ereb li bajarê Hewlêrê rûbirûyê ti giriftan nebûye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1445 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:12:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x