Bê piştgiriya Rûsyayê serkeftina Kurdistanê ne gengaze

Koordînatorê Programa Xebatên Kurdî li Navenda Moshe Dayan li Tel Avîvê Cenk Sagnic ragihand ku stratejiya Rûsyayê ji welatên Rojhilata Navîn mezintir e û bê piştgiriya Rûsyayê serkeftina Kurdistanê bi vî şiklî ne garantî ye.

10.10.2017, Sal - 13:25

Bê piştgiriya Rûsyayê serkeftina Kurdistanê ne gengaze
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk anîbû û di referandûmê de jî sedî 93ê dengê ‘Erê\' derketibû. Piştî pêkanîna referandûmê gelek welatan bertek dabûn. Koordînatorê Programa Xebatên Kurdî li Navenda Moshe Dayan li Tel Avîvê li ser referandûmê û têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de ji Sputnikê re axivî.

‘STRATEJIYA RÛSYAYÊ JI WELATÊN ROJHILATA NAVÎN MEZINTIRE\'

Sagnic destnîşan kir ku têkiliya Rûsya û Kurdistanê gelek kevne û got: \"Bi rastî helwesta dewleta Rûsyayê di mijara Kurdistanê de xweşhaliye. Ev ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê her kurde kî ye. Rûsya di dema referandûmê de xwe ji paşve nekişand. Em nikarin bibêjin ku Rûsya piştgirê referandûma serxwebûna Kurdistanê bû. Lê piştgiriya xwe yê li Kurdistanê jî venekişand. Ev nîşaneya ku stratejiya Rûsyayê ji welatên Rojhilata Navîn mezintire. Ev yek ne rûdanên rojane ne. Mesela Rûsya pêwendiyên xwe li gel Tirkiye danexist. Pêwendiyen xwe yên bi Tirkiyeyê re tevlî pêwendiyên bi Kurdistan re nake. Ev yek nîşaneya stratejîyeke mezin û berfireh e. Ev yek jî yeksane bi stratejiya Amerîkayê re ku ew jî zirhêz e (power).\"

Sagnic wiha dewam kir: \"Hebûna Rûsyayê li Kurdistanê bi şirketên petrolê re daxwaza hikûmeta Kurdistanê bû. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi xwe çû Moskowê û daxwaz ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn kir ku pêwendiyên enerjiyê bi hev re deynin. Daxîlbûna Rûsyayê dive mijarê de, ne tenê ku Rûsya sûdek anjî berjewendiyek bidest bixe bû, ev mesele ji referandûmê kevntir e. Ev 20 sale Kurdistan xebat dike ku Rûsya li Kurdistanê bisekine. Tiştek din em dikarin bibêjin, ji bo hinartina petrolê bi rêya Tirkiyeyê, hevkariya Rûsyayê gelek e. Amerîka, Ewropa, Fransa û Îsraîl piştgiriya Kurdistanê dikin, lê bê piştgiriya Rûsyayê serkeftina Kurdistanê bi vî şiklî ne garantiye. Pêwendiyên Rûsyayê ligel Kurdistanê gelek girîng e û ti pêwendiyên din dê xwe negihijîne we. Pêwendiyên Kurdistanê û Rûsyayê ji pewendiyên hemû dewletan re cuda tir e û dê wekê xwe jî bimîne. Ez hevîdarim jî dewam bike. Ev garatiyeke ji bo gelê Kurdistanê.\"

Koordînatorê Programa Xebatên Kurdî me li Navenda Moshe Dayan li Tel Avîvê destnîşan kir ku Rûsya bi hêza xwe yê aborî niha li Kurdistanê cih girtiye, ev yek ji bo kurdan cihê şênaziyê ye. Bi rastî jî pêwendiyên qedîm bi Rûsyayê re hebûne, lê ev ti wext wekê îro di pratîkê de pêk nehatiye.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1714 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:55:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x