Serokatiya Herêma Kurdistanê îro ragehand, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de bi Balyozê Rûsyayê li Îraqê Elbrus Kutrashev re danûstandin li ser peywendiyên Rûsyayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kirin û tekez li ser berdewamkirina alîkariyên hevpar di warên cuda cuda de kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa ragehand, “Her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Perlemana Kurdisatnê, danûstandinên aliyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rûniştina yekê ya Perlemana Kurdistanê guhertin, ku îro hat kirin.
Herwesa aloziyên Rojhilata Navîn û xasma rewşa niha ya Sûriyeyê û bandora wê ya herêmî jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn, ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bûbû.