Baregeha Barzanî: Di hikûmeta bê ya Iraqê de navê kes û alî li cem Serok Barzanî girîng nîne

"Bername divê li ser bingeha her sê prensîpên şirîkatî, hevsengî û lihevkirinê be.”

07.07.2022, Per - 06:20

Baregeha Barzanî: Di hikûmeta bê ya Iraqê de navê kes û alî li cem Serok Barzanî girîng nîne
Nuçe Belav bike

Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir û ragihand, li hejmarek ragihandin û medyayê, wisa belav bûye ku li ser mijara proseya siyasî û navê namzetên serokwezîrê hikûmeta bê ya Iraqê, Serok Barzanî peyamên cuda ji bo serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê şandiye. Baregeha Barzanî eşkere dike ku ev îdia ji rastiyê dûr e û ti bingeha wê tune ye.

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hatiye diyarkirin: “Li hejmarek ragihandin û medyayê, wisa belav bûye ku li ser mijara proseya siyasî û navê namzetên serokwezîrê hikûmeta bê ya Iraqê, Serok Barzanî peyamên cuda ji bo serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê şandiye.”

Baregeha Barzanî eşkere dike: “Em li vir ji bo hemû aliyan radigihînin ku ew nûçe ji rastiyê dûr e û ti bingeha wê tune ye.”

Herwiha destnîşan dike: “Tevî vê yekê jî, em tekezî li ser wê yekê kir ku di proseya siyasî ya Iraqê û hikûmeta bê de, navê kes û alî li cem Serok Barzanî girîng nîne, lê cîbicîkirina destûrê û bernameya hikûmeta bê ya Iraqê girîng e, ku ew bername divê li ser bingeha her sê prensîpên şirîkatî, hevsengî û lihevkirinê be.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 436 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:57:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x