Berxwedana Îslamî êrişî hêzên Amerîkayê kir

Grûpa bi navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê da zanîn ku wan bi 4 dronan êrişî hêzên Amerîkayê yên li Hewlêr û Enbarê kiriye.

24.11.2023, Cum - 12:57

Berxwedana Îslamî êrişî hêzên Amerîkayê kir
Nuçe Belav bike

Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku ji milîsên Şîe pêk tê ragihand ku wan bi çar dronan êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê ev êriş, li Hewlêrê û parêzgeha Enbarê ya Îraqê pêk hatine.

Dron hatine xistin

Berxwedana Îslamî ya Îraqê, da zanîn ku ev êriş bersivek in ji bo êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê û got:

“Me bi du dronan êrişî Baregeha Eyn Esedê ya li Enbarê û bi du dronan jî êrişî baregeheke Amerîkayê ya li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kir.”

Rayedarekî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê jî ev êriş piştrast kir lê diyar kir ku ev dron ji aliyê sîstema parastinê ya hewayî ve hatine xistin.

Rayedarekî Amerîkayî yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji AFPyê re got ku xeyn ji van her çar êrişan, êrişî baregeheke hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Rojavayê Kurdistanê jî hatiye kirin.

Rayedarê Amerîkayî amaje pê kir ku di van êrişan de ti xisara canî û madî ya hêzên wan çênebûye.

Li aliyê din, ji 17ê Çiriya Pêşînê ve 72 caran êrişî hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Îraq û Sûriyeyê hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 899 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:44:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x