Bexda jibo Hewlêr şertên diyalogê daxûyand!

Hikûmeta Iraqê mercên xwe yên ji bo destpêkirina guftugoyên li gel Herêma Kurdistanê bi van ser navan eşkere dike: “Radestkirina firokexaneyan, deriyên sînor, serwet û samanên welat, hêzên pêşmerge, dezgehên ewlekarî yên kurd, sepandina yasayan li navçeyên nakok û pêşîgirtina her hewldanekê li dijî destûrê.” Herwiha daxwaza hilweşandina encamên giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dike.

21.10.2017, Cts - 08:34

Bexda jibo Hewlêr şertên diyalogê daxûyand!
Nuçe Belav bike

Îro Şemî 21-10-2017, Berdevkê Nivîsîngeha Serokwezîriya Iraqê Sedî Hedîsî di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand: “Ji bo pêşwazîkirina şanda fermî ya kurd heta niha jî jikûmeta Iraqê ti demek destnîşan nekiriye. Lê ji bo guftugoyên li gel hemû aliyan deriyên danîstandinan her dem vekiriye.”

Hedîsî got: “Bê guman Bexda bêyî merc guftugoyan nake. Mercên Bexdayê yekparçebûna xaka Iraqê, destûr, radestkirina firokexaneyan, deriyên sînor, serwet û samanên welat, hêzên pêşmerge, dezgehên ewlekarî yên kurd, sepandina yasayan li navçeyên nakok û pêşîgirtina her hewldanekê li dijî destûrê ya ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ye.”

Berdevkê Ebadî da xuyuyakirin, ku ew bi ti awayî li ser encamên giştpirsiyê danûstandinan nakin û wiha axivî:

“Bi ti awayî li ser giştpirsî û encamên wê nayê axaftin. Hikûmeta Iraqê ji bo hilweşandina encamên giştpirsiyê pişta xwe bi biryarên dadgehê ve girêdide. Bi tevê biryara parlamentoyê ya ji bo sepandina desthilata dewleta federalî, bê guman karî bi riya sepandina ewlekariyê, encamên giştpirsiyê û hemû îmtiyazên serweriya Herêma Kurdistanê bi awayekî kirdarî hatiye hilweşandin.”

Roja 16ê Cotmehê hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî êrîş kirn ser navçeya Xurmatû, bajarê Kerkûkê û navçeyên nakok.

Roja 20ê Cotmehê jî van hêzan êrîşê bajarokê Pirdê ya di navbera Hewlêr û Kerkûkê kir. Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiv da û şer derket.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 981 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:07:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x