Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî merasîma bilindkirina pileya serbazî ya Fermande Ezîz weysî bi rê ve çû

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîma bilindkirina pileya serbazî ya Fermande Ezîz Weysî Banî ji Lîwa bo Ferîq hat birêvebirin.

26.11.2023, Paz - 18:50

Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî merasîma bilindkirina pileya serbazî ya Fermande Ezîz weysî bi rê ve çû
Nuçe Belav bike

Ferîq Ezîz Weysî li hejmara xwe ya tora civakî ya “X”ê ragehandiye, “Îro roja Yekşemê, 26ê Mijdara 2023ê, bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, merîasîma bilindkirina pileya min a serbazî ji Lîwa bo Ferîq hat birêvebirin”.

Zêdebarî amajedanê bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Berpirsê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Şeban Çalî di wê merasîmê de, Ferîq Ezîz Weysî dibêje, “Berî her kesekî spasiyeke bêhempa ji bo serok û serkirdeyê Kurdan rêzdar Mesûd Barzanî. Hindî ez heme, dê xebatkar û Pêşmergeyekî dilsoz ê cenabê wan bim, ez dilsozê rêbaza Barzanî me û bihêvî me ku bi saxlemiyeke baş ji me re bimîne”.

Ferîq Ezîz Weysî herwesa dibêje, “Spas ji bo rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê, rêzdar Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û rêzdar Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ew pile daye min”.

Amajeyê dide malbata xwe jî û dibêje, “Ez spasiya malbata xwe dikim ku gelek arîkarên min bûne ji bo ku ez karê xwe bi rengekî durist bikim”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:18:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x