Ajansa “Reuters” li ser zarê berpirsekî Amerîkî, êrîşkirina li ser serbazgeha Amerîkî li Kerkûkê aşkere kir.
Şeva bûrî bi mûşekan êrîşek li ser serbazgeha Amerîka “K1” li bajarê Amerîkî hate kirin û di encamê de welatiyekî Amerîkî ku bi girêbest bi artêşa Amerîka re kar dike hat kuştin û hejmarek serbazên Amerîkî û Iraqî jî bi sivikî birîndar bûn.
Reutersê li ser zarê berpirsê Amerîkî aşkere kir, ew bawer dikin ku mîlîşyayên Ketaêb Hizbulah ya ser bi Îranê ve ne, ew êrîş pêk anîbin.
Her ji bo wê mebestê jî, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Iraqê yê karbirêker Adil Ebdulmehdî encam da.
Destpêka vê mehê Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo hişyarî dabû, heger çekdarên mîlîşyayan êrîşî ser binkeyên Amerîka li Iraqê bikin, ewê bilez bersivê bidin.