Çavdêrekî siyasî: Aliyên Iraqî dixwazin bi avakirina Heşda Kurdî hestên netewî têk bibin

Çavdêrên siyasî avakirina Heşda Kurdî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, weke hewldaneke desthilatdarên Iraqê ji bo jinavbirina hestên netewî di nav gelê Kurd de dibînin.

04.10.2023, Çar - 10:57

Çavdêrekî siyasî: Aliyên Iraqî dixwazin bi avakirina Heşda Kurdî hestên netewî têk bibin
Nuçe Belav bike

Çavdêrê siyasî Mesûd Mela Perwêz ji K24ê re ragihand, avakirina Heşda Kurdî li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, nîşana nakokiya di siyaseta hikûmeta Iraqê de ye.

Avakirina Heşdî Kurdî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di demekê de ye, lîwaya 20 ya hevbeş bo tijîkirina valahiya ewlehiyê ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatiye avakirin, lê heta niha vê lîwa dest bi kar nekiriye.

Ev çavêdêrê siyasî dibêje, divê hikûmeta Iraqê rê li ber vê yekê bigire û li şûna wê divê hikûmeta Iraqê derfetên kar ji bo niştecihên van deveran peyda bike.

Parwêz got: “Hin aliyên ku hikûmeta Iraqê pêk anîne, bêkariya li navçeyên Kurdistanê wek derfet dibînin, ji bo Heşda Kurdî ava bikin û hesta netewî li wan deveran nehêlin. Ev plana dewleta Iraqê û welatên cîran e, ji bo dorpêçkirina Herêma Kurdistanê.”

Çavdêrê siyasî amaje bi wê yekê jî kir, avakirina Heşdî Kurdî biser nakeve, ji ber ku hikûmetên berê jî hewlên bi vî rengî dan û hemû jî biser neketin.

Derbarê rewşa Kerkûkê de jî wî çavdêrê siyasî got, xwepêşandanên li taxa Rehîmawayê ji me re gotin ku ev bajar, bajarekî Kurdistanî ye û daxwaza pêkvejiyanê dike.

Heta niha nêzîkî 5 hezar kes navê xwe ji bo tevlîbûna nav refên Heşdî Kurdî tomar kirine. Armanca avakirina Heşdî Kurdî li Şingal, Mûsil, Kerkûk û Xurmatû jî ew e, Pêşmerge nevegere wan deveran.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 519 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:32:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x