Li gel rewşa nayêxwestin a ewlehiyê jî, lê şîrketa Dana Gas berdewam bûye li ser kar û çalakiyên xwe yên di kêlgehên Herêma Kurdistanê û di şeş mehên borî yên sala 2022yê de, rêjeya berhemanîna gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê sedî 1 zêde bûye û karên berfireh kirina kêlgeha gazê jî berdewam bûye.
Herwaha di vê heyamê de karê kolîna yekem bîra pêşxistinê ya di projeya li Herêma Kurdistanê de dawî hatiye û naha kar li ser kolandina bîra duyem tê kirin.
Pêşketin û zêdebûna berhemanîna gaza xwezayî li bîrên Herêma Kurdistanê ji aliyê Dana Gas ve, di demekî de ye ku dema borî de gelek caran êrîşên mûşekî ji aliyê grubên milîs û terorîstan ve hatiye kirin, bi taybet li bîrên Kormor a navçeya Germiyanê. Lê ew hemû nebûne sedemê ragirtin û astengiyê ji bo berdewambûna berhemanîna gazê û nemaze zêdetir jî bûye.