Deriyê Sînorî yê Zêtê dê ji otomobîlan re jî bê vekirin

Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê ragihand, “Niha di Deriyê Sînorê yê Zêt re tenê rêwî dikarin derbas bibin. Li ser wê nirxandin û lêkolînên pêwîst tên kirin. Em hêvîdar in ku di dema pêş de, xebatên pêwîst tevî avakirina tesîsan ji otomobîlan û danûstandinên bazirganî re bên vekirin. Li ser vê yekê em bi Rêveberiya Herêmê re di nava peywendiyê de ne.”

17.07.2023, Pts - 05:57

Deriyê Sînorî yê Zêtê dê ji otomobîlan re jî bê vekirin
Nuçe Belav bike

Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê Mevlut Yakut di çarçoveya “15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî” de ji bo welatiyên Tirkiyê yên di dema hewldana kudetayê de mirine çalakiyek bibîranînê li dar xist.

Hejmarek berpirsên Herêma Kurdistanê jî beşdarî çalakiyê bûn.

Piştî çalakiyê Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê Mevlut Yakut ji Rûdawê re ragihand, hewla kudetaya leşkerî ya 15ê Tîrmehê têk çû û ew êdî metirsiya kudetaya li Tirkiyê nabînin.

Mevlut Yakut bal kişande ser wê yekê ku di sala borî de di navbera Tirkiye û Iraqê de rekoreke dîrokî hat şikandin û qebareya bazirganiyê zêdetirî 20 milyar dolaran bû lê amarên wan ên piştrast nînin ku çiqas ji vê bazirganiyê yê bi Herêma Kurdistanê re lê li gorî texmînên wan ji sedî 30-40 ê wê bazirganiyê bi Herêma Kurdistanê re bûye.

Mevlut Yakut li ser vekirina Deriyê Sînorî yê Zêtê ji otomobîlan re anî ziman, “Ez hêvî dikim ku amarên bazirganiyê dê îsal jî baş bin. Helbet têkiliya her du gelan di deriyê Xabûr/Îbrahîm Xelîl û Serzêrê/Uzumlu, Rûbarêk/Zêtê de berdewam dike. Lê helbet rê me ya sereke Xabûr e, Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl e. Danûstandinên bazirganî yên herî mezin li wir pêk tên. Li Serzêrê veguhestina rêwiyan û otomobîlan bazirganî yên sivik têne kirin. Niha di Deriyê Sînorî yê Zêtê re tenê rêwî dikarin derbas bibin. Li ser wê nirxandin û lêkolînên pêwîst tên kirin. Em hêvîdar in ku di dema pêş de, xebatên pêwîst tevî avakirina tesîsan ji otomobîlan û danûstandinên bazirganî re bên vekirin. Li ser vê yekê em bi Rêveberiya Herêmê re di nava peywendiyê de ne. Nirxandinên û xebatên me yên li ser vê yekê berdewam dikin.”

Deriyê Sînorî yê Zêtê yê ku dikeve navbera navçeya Şêrwan Mezin a girêdayî navçeya Mêrgesorê ya Îdareya Serbixwe ya Soran a Hewlêrê û gundê Girane yê girêdayî navçeya Rûbarok a Colemêrgê roja Çarşemê 10ê Gulana 2023an bi merasîmeke fermî hat vekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 309 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:31:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x