Dijeterora Kurdistanê: 10 çekdarên PKKê di êrîşên Tirkiyeyê de hatin kuştin

Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama çend êrişên asmanî yên Tirkiyeyê li ser bêgehên PKKê yên li Hewlêr û Dihokê de, 13 çekdar hatine kuştin û birîndar bûne.

26.10.2023, Per - 10:14

Dijeterora Kurdistanê: 10 çekdarên PKKê di êrîşên Tirkiyeyê de hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama çend êrişên asmanî yên Tirkiyeyê li ser bêgehên PKKê yên li Hewlêr û Dihokê de, 13 çekdar hatine kuştin û birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya Dijetrora Kurdistanê, şeva borî di encama çend êrişên asmanî yên firokeyên şer û dronan ên Tirkiyeyê li ser çend pêgehên PKKê li navçeya Sîdekanê ya li parêzgeha Hewlêrê de, 9 çekdarên PKKê hatin kuştin.

Diyar kir jî, şeva borî firokeyên şer û dronên Tirkiyeyê çend pêgehên PKKê li navçeyên Şîladizê û Dêrelûkê yên navçeya Amêdî li parêzgeha Dihokê bombebaran kirin û di encamê de çekdarekî PKKê hat kuştin û 3 çekdarên din jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 313 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:39:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x