Dijeterorê Kurdistanê: Droneke bombekirî li nêzîkî gundekî Hewlêrê ket

Droneke bombebarkirî li nêzîk gundekî ser bi Hewlêrê ve kete xwarê, bêyî ku ti ziyanek jê derketibe.

18.10.2023, Çar - 14:06

Dijeterorê Kurdistanê: Droneke bombekirî li nêzîkî gundekî Hewlêrê ket
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên Dijeterora Kurdistanê, îro Çarşemî 18ê Cotmeha 2023an, demjimêr 12:18ê, droneke bombekirî li çola nêzîkî gundê Batasê ya ser bi navçeya Herîr a li parêzgeha Hewlêrê ket û ti ziyan jê derket.

Ev êrîş piştî wê yekê tê kupirsên Amerîkî ji “Reuters” re gotin, hêzên wan îro êrîşek li ser hêzên wan ên li baregeha Eyn El-Esed li parêzgeha Abnar li rojavayê Iraqê şikandin.

Dan zanîn jî, êrîş bi riya du dronan bû, lê ji aliyê hêzên wan ve beriya ku bigihin armancên xwe, hatin xistin.

Berpirsên Amerîkî gotin jî, ku ne diyar e kî li pişt wê êrîşa bi dronan e.

Ji destpêka şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, grûp û milîsên çekdar ên Îraqî gefa aramnckirina baregehên leşkerî yên Amerîkayê dixwin, eger rasterast destêwerdanê di şerê Îsraîlê de bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 456 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:36:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x