Ebdulxaliq Babîrî: Kêmkirina budceya hêzên Pêşmergeyan peywendî bi çaksaziyan ve nîne

Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji K24ê re eşkere dike, kêmkirina budceya hevpeymanan ji bo hêzên Pêşmergeyan peywendî bi çaksaziyên wezaretê ve nîne.

10.01.2024, Çar - 06:23

Ebdulxaliq Babîrî: Kêmkirina budceya hêzên Pêşmergeyan peywendî bi çaksaziyan ve nîne
Nuçe Belav bike

Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulxaliq Babîrî ji K24ê re ragehand, arîkariyên Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê û hevpeymanan ji bo hêzên Pêşmergeyan peywendî bi çaksaziyan ve nîne, belkî ew arîkarî ji bo çend salan hatiye destnîşankirin.

Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da, her salekê ku lîwayeka nû ji hêzên Pêşmergeyan tê pêkanîn an pêdivîtiyên wan tên amadekirin, hindek ji budceya wan tê birîn, ev jî li dû wê lihevkirinê ye ya ku di navbera me û Amerîkayê de heye û ne tiştekê nû ye.

Ebdulxaliq Babîrî got, “Kêmkirina budceya hêzên Pêşmergeyan peywendî bi çaksaziyê ve nîne”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:00:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x