Encûmena Asayîşê derbarê ketina helîkopterê de daxuyaniyek da

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ew helîkoptera ku roja 15ê Adarê li Duhokê ketibû, firîna xwe bêyî agahiya rayedarên fermî yên Herêma Kurdistanê pêk aniye.

19.03.2023, Paz - 13:28

Encûmena Asayîşê derbarê ketina helîkopterê de daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

15ê Adara 2023an de li nahyeya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya Duhokê helîkopterek ketibû xwarê, 7 kesan tê de canê xwe ji dest dane ku 4 zilam û 3 jin in.

Di daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hat ragihandin ku ji ber şert û mercên hewayê 2 helîkopter ketine xwarê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hat ragihandin ku 2 helîkopterên ku di nav de endamên Yekîneyên Antî Teror (YAT) jî hene ku ji bo perwerdeyê ji Rojavayê Kurdistanê çûbûn Silêmaniyê, ji ber şert û mercên hewayê ketine xwarê.

HSDê destnîşan kir ku di her du helîkopteran de 9 şervanên bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antî Teror Şervan Kobanê canê xwe ji dest dane.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniya HSDê ya “2 helîkopter ketine” bi bîr xist û got, “Em piştrast dikin ku tenê helîkopterek ketiye û 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bêyî ku saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê agahdar bikin, di navbera Rojava û Silêmaniyê de helîkopter firiyan. Agahiyên berdest eşkere dikin ku aliyek li Silêmaniyê bi awayekî veşartî û ne fermî navbeynkariya têkiliyên HSD û PKK dike û bi gelek awayên cuda alîkariya wan dike."

Daxuyaniya ku ji aliyê Dijî Terorê ya Kurdistanê ve hatiye weşandin de hat ragihandin "Em bang li koalîsyon û hikûmeta federal a Iraqê dikin ku diyar bikin ev helîkopter bi çi destûrê li esmanê Herêma Kurdistanê difirin. Kî berpirsyarê vê kiryara neqanûnî ye?"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 391 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:34:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x