Encûmena Asayişê hişyariyek tund da: Her êrîşek li ser Herêma Kurdistanê dê berdêleke wê ya giran hebe

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha gefan dixwe û dibêje, ew dê bersiva her êrîşeke bo ser Herêma Kurdistanê bidin û dê berdêla wê gelekî giran be.

24.05.2022, Sal - 06:32

Encûmena Asayişê hişyariyek tund da: Her êrîşek li ser Herêma Kurdistanê dê berdêleke wê ya giran hebe
Nuçe Belav bike

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva grûpa bi navê “Desteya Hevrêziya Berxwedana Iraqê” da û ragihand, “her destdirêjiyek li ser Herêma Kurdistanê, dê berdêleke wê ya giran hebe.”

Grûpek bi navê “Desteya Hevrêziya Berxwedana Iraqê” di daxuyaniyekê de Herêma Kurdistanê bi vêya tohmetbar kir ku qaşo ji bo têkdana rewşa Iraqê rahênanê bi hejmarek grûpên çekdar dike.

Piştî vê tohmetbarkirinê, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê şeva Duşembê 23ê Gulana 2022an daxuyaniyek weşand û têde bersiva wê grûpa Iraqî da û diyar kir, îdiayên wê grûpê tohmetên bê bingeh û derew in.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, “Grûpeke deryasayî ya bi navê Desteya Hevrêziya Berxwedana Iraqê ku ji me ve zelal û aşkere ye kî wan han dide, di daxuyaniyekê de komek tohmetên bê bingeh davêjin û gefê li Herêma Kurdistanê dixwin. Ew gef ne nû ne û di pratîkê de heta niha li deverên cuda yên Iraqê çi ji destê wan hatiye bi handana hêzên derve kirine û berhemên wan ji bo Iraqê tenê wêranî û alozî bûye.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha gefan dixwe û dibêje, ew dê bersiva her êrîşeke bo ser Herêma Kurdistanê bidin û dê berdêla wê gelekî giran be.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “Li vir em ji wan re radigihînin ku her destdirêjeyek li ser Herêma Kurdistanê ku statuyeke destûrî ya di nav Iraqê de ye, dê berdêleke wê ya giran hebe. Wan ders ji dîrokê wernegirtine, eger na ew dizanin ku hêzên ji wan mezintir û biçektir nekarîn vîna gelê me bişikînin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, grûpa ‘Desteya Hevrêziya Berxwedana Iraqê’ wek rêxistineke “deryasayî” û “gef bo ser serwerî û ewlehiya Iraqê” bi nav dike û dibêje, “her wan zemîn ji bo belavbûna terorê û hizra tundrewiyê xweş kirine.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi hevahengiya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê hatiye kirin û tê gotin, “Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge li dijî terorîstan mijûlî karên hevbeş in û ev grûpana jî mijûlî fîtne, alozî û wêrankariyê ne. Hikûmeta Federal berpirs e serweriya Iraqê biparêze û astekê ji van zêdegavî û dijminkariyan re deyne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 405 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:01:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x