Encûmena Wezîran li ser çend pirsen giring dicive

Biryare roja çarşema pêş ango 07.12.2022yê Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive û behsa çend pirsen giring bê kirin.

05.12.2022, Pts - 12:23

Encûmena Wezîran li ser çend pirsen giring dicive
Nuçe Belav bike

Biryare roja çarşema pêş ango 07.12.2022yê Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive û behsa çend pirsen giring bê kirin. Hat zanîn dê encamên serdan û civînên li gel şandeyên bilind ên Herêma Kurdistan û Bexdayê bên aşkera kirin, ku di civînên li gel berpirsên payebilindên Iraqê de behsa budce, neft û gaz, deriyên sînor û Dîwana Çavdêriya Iraqê hatine gotûbêj kirin.

Li gor karnameya civînê hatiye diyar kirin, civîn roja çarşema bê de taybet dê behsa çend pirsa bê kirin û ya yekem: pirsa encamên serdan û civînên şandeya bilind a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ye, ku di civînên li gel berpirsên payebilindên Iraq a federal de behsa pirsen budce, neft û gaz, deriyên sînor û Dîwana Çavdêriya Darayî hatine kirin.

Di beşa duyem a civînê de jî mijara navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dê bê gotûbêj kirin û di çarçoveya bernameya wezîrî ya kabîneya nû ya hikûmeta federal a Iraqê, ku li encûmena nûneran roja 27.10.2022yê hate pejirandin û ji nû ve pêkanîna lijneya cîhbicîh kirina madeya 140 a Iraqê ji aliyê hikûmeta federalî ve û diyar kirina nexşerêyekî û mekanîzmayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku kar li ser hatiye kirin.

Di beşeke din a civînê de jî dê baldarî û têbiniyên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê dê bên aşkera kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:22:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x