Endamekî Perlemana Ewropî: Divê Yekîtiya Ewropa piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike

Endamekî Parlementoya Ewropa daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropa kir ku piştevaniya bizavên Kurdan bikin ji bo serxwebûna Kurdistanê.

10.10.2017, Sal - 09:08

Endamekî Perlemana Ewropî: Divê Yekîtiya Ewropa piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike
Nuçe Belav bike

Perlemanterê Yekîtiya Ewropa û endamê pile bilind di Partiya Netewî ya Skotlandî de Alyn Smith, daxwaz ji perleman û welatên Eworpa kir, ku roleke berçav bilîzin di çarekirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de, û daxwaz ji wan kir piştevaniya Kurdan bikin di pêngavên ber bi serxwebûna Kurdistanê ve.

Herweha Alyn Smith tekez kir: “Kurdistaneke serbixwe di berjewendiya Ewropa de ye, lewra pêwîst e Ewropa jî destpêşxeriyê bike û roleke mezintir di pirsa dewletbûna Kurdistanê de bilîze.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:28:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x