ENKS bi fermî bo civîna Astanayê hat vexwendin

Heta niha ti vexwandin ji TEV-DEM û Federalîzma Bakurê Sûriyê re nehatiye şandin. Hevseroka Encûmena Damezrêner a Federalîzma Bakûrê Sûriyê Hediye Yûsif ragihandibû, ku ew beşek in ji çerenivîsa Sûriyê û heger di her prosêseke siyasî de beşdar nebin, ew pabendî ti biryaran jî nabin.

17.01.2017, Sal - 15:34

ENKS bi fermî bo civîna Astanayê hat vexwendin
Nuçe Belav bike

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi awayekî fermî ji bo civîna Astanyê hate vexwendin.

Biryar e di 23 ve mehê de civînên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astanaya paytexta Kazixistanê bên lidarxistin.Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Sûriyê de Fuad Elîko ragihand, Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û endamê Desteya Danûstandinan Ebdilhekîm Beşar bo civîna Astanayê bi fermî hatine vexwandin.Elîko aşkere kir ku di şanda ENKSê de hin şêwirmendên yasayî jî hene, biryar e sibe bi serokatiya Biro li paytexta Kazaxistanê berhev bibe.Herwiha Fuad Elîko vexwendina ENKSê ji aliyê Komîta Amadekar ya civînê ve bi serkeftineke diplomasî ya mezin bi nav kir.Heta niha ti vexwandin ji TEV-DEM û Federalîzma Bakurê Sûriyê re nehatiye şandin. Hevseroka Encûmena Damezrêner a Federalîzma Bakûrê Sûriyê Hediye Yûsif ragihandibû, ku ew beşek in ji çerenivîsa Sûriyê û heger di her prosêseke siyasî de beşdar nebin, ew pabendî ti biryaran jî nabin.

Herwiha opozîsyona Sûriyê jî biryarar dabû, ku ewê di danûstandinên Astanayê de beşdar bibin, ku mijara sereke ji wan re pirsa agirbestê û binpêkirina hêzên rêjîmê jê re be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1182 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:26:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x