Generalê Amerîkî derbarê Pêşmergeyan de spasiya Nêçîrvan Barzanî kir

Serokê Herêma Kurdistanê li gel fermandarê giştî yê hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê civiya. Di hevdîtinê de General Matthew McFarlane ji bo pêngavên yekxistina Pêşmerge û proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

04.04.2023, Sal - 15:33

Generalê Amerîkî derbarê Pêşmergeyan de spasiya Nêçîrvan Barzanî kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdaran Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane û şandeke serbazî ya pê re kir.

Di civîna ku Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû, General McFarlane ji bo pêngavên yekxistina Pêşmerge û proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de û ji bo merasima vê sibê ya ragihandina destpêkirina her du beşên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de behsa giringiya bihêzkirina hemahengiya di navbera hêzên hevpeyman û Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya şerê dijî terorê de hat kirin û tekezî li ser berdewamiya hevkariyên hevbeş bo têkbirin û jinavbirina DAIŞê hat kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di derbarê kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di civînê de behsa çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera wan de bi taybetî jî pirsa petrol û bûdceyê hate kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 195 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:48:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x