Hewlêr û Bexda li ser pirsa budceyê dicivin

Şandeke Hikûmeta Iraqê bo guftûgokirina derbarê budceyê de serdana Herêma Kurdistanê dike û bi berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re divice.

17.09.2019, Sal - 08:48

Hewlêr û Bexda li ser pirsa budceyê dicivin
Nuçe Belav bike

Şanda Bexdayê bi serokatiya Cîgirê Serokowîr Fûad Husên û Wezîrê Darayî yê Iraqê dibe û li Encûmena Wezîran pirsa budceya Iraqê û pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê guftûgo dikin.

Demek e şandên bilind ên Herêma Kurdistanê û Iraqê di warên cuda de li Hewlêr û Bexdayê dicivin, bi taybetî li ser pirsa budce ku rasterast pêwendiya wê bi jiyana xelkê û karmendan ve heye.

Kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji destpêka destbikarbûnê ve bi aşkere ragihand, dixwazin bi Hikûmeta Iraqê re bi guftûgo û hevtêgihîştin kar bo çareserkirina pirs û pirsgirêkên di navbera wan de bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 987 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:23:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x