Hewlêr û Bexda li ser pirsa petrolê lihev kirin

Wezîrê Petrolê yê Iraqê aşkere dike, herdu Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal derbarê radestkirina petrolê gihîştine rêkeftinê û rêkeftin ji 1ê meha Çileya 2020an de bicih dibe.

25.11.2019, Pts - 16:24

Hewlêr û Bexda li ser pirsa petrolê lihev kirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Samir Xezban piştî civîna bi şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li Bexdayê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di civînê de guftûgo derbarê amadekirina projeyasaya budceya sala 2020an de hatin kirin.

Tekez kir jî, rêkeftina petrolê di navbera herdu aliyan de li ser xalên girîng bû û di vê derbarê de gihîştine rêkeftinê.

Hevdem jî, Wezîrê Pilandananê yê Iraqê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, civîna wan bi şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê rem encamên wê yên erênî hebûn û li ser piraniya pirsan karên bingehîn hatin kirin.

Aşkere kir jî, hefteya bê dubare dicivin, ji bo bigihin dawî rêkeftin li ser pirsan û got: Rêkeftin ji roja 01. 01. 2010an dikeve warê bicihkirinê.

Diyar kir jî, li gor rêkeftinê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê birê 250 hezar bermîl petrol rojane radestî Bexdayê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 704 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x