Hewlêr û Bexdayê peymana hinardekirina petrolê îmze kirin

Rêkeftina petrolê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin.

04.04.2023, Sal - 11:30 [ Güncellenme: 04.04.2023, Sal - 11:45 ]

Hewlêr û Bexdayê peymana hinardekirina petrolê îmze kirin
Nuçe Belav bike

Rêkeftina petrolê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de berî bîstekê hat îmzekirin.

Li gorî rêkeftinê jî, posta Cîgirê Rêveberê Kompanyaya SOMO ji Herêma Kurdistanê re dibe.

Piştî îmzekirina rêkeftinê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferansa rojnamevanî ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de ragihand, “Rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo hemû Iraqê giring e. Ez destxweşiyê li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dikim ji ber vê rêkeftinê. Dixwazim pîrozbahiyê li hemû gelê Iraqê û Herêma Kurdistanê bikim ji bo rêkeftina giring. Hêvîdar im ev rêkeftin bibe bingehek ji bo çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û bibe sedema pesendkirina projeyasayên bûdce û petrol û gazê li Parlamentoya Iraqê.”

Serokwezîr MesrûrBarzanî got Jî: “Piştî rawestandina petrola Herêma Kurdistanê, ziyan ne tenê li xelkê Herêma Kurdistanê bû, lê belê ziyan gihîşt tevahiya gelê Iraqê. Ev şêweyê nû yê hinardekirina petrolê Herêmê, dahata Iraqê zêdetir dike û em hemû dê sûdmend bin.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Ez bawer im vê carê jî bi amadebûna cenabê Serokwezîr dê ev rêkeftin wek xwe were cîbicîkirin. Hêvîdar im ew tîmên ku bo çareserkirina kêşeyên teknîkî yên vê rêkeftinê hatine erkdarkirin, bilez bikin ji bo temamkirina vê proseyê, ji bo xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê zirarê nebînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x