Hêzên Dije-Terorê yên Iraqê zêdetir ji 40 ciwanên Kurd li Kerkûkê girtin

Piştî ku duhî bi zora hêzê destêwerdana di xwepêşandana ciwanên Kurd de hat kirin, hêzên Dije-Teror ên Iraqê îro zêdetir ji 40 ciwanên Kurd li bajarê Kerkûkê binçav kirin.

03.09.2023, Paz - 21:04

Hêzên Dije-Terorê yên Iraqê zêdetir ji 40 ciwanên Kurd li Kerkûkê girtin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Kerkûkê, îro yekşemê 3ê Îlonê zêdetirî 40 ciwanên Kurd li bajarê Kerkûkê ji aliyê hêzên Dijeteror û ewlehiyê yên Iraqê ve hatine girtin.

Bavê girtiyekî ji K24ê re ragihand, kurê wî yek ji wan xortên Kurd e ku bi tawana terorê hatiye girtin û eger e bi wê tohmeta bo dadgehê bê veguhastin. Herwiha got, ew nizanin ciwanên hatine girtin li kû ne û heta niha ti kesî pêwendî bi wan re nekiriye.

Got jî: Girûpek xelkê bi hevkariya hêzên ewlehiyê rêya Kerkûk – Hewlêrê girtin û dema welatiyan xwepêşandan bo vekirina rê kirin, bi tundî bersiva wan hat dayîn.

Piştî aloziyên şeva borî, hejmareke mezin ji hêzên ewlehiyê ji i Dije-Teror, artêşa Iraqê û grûpên Heşdî Şeibî pêk tên, li taxên Kurdan bicih bûne û dest bi lêgerîn û girtina ciwanên Kurd ên beşdarî xwepêşandanê bûne, kirine.

Duhî şemiyê 02.09.2023 demjimêr 17:00 hejmarek ji ciwanên Kurd ên xelkê Kerkûkê li dijî girtina rêya sereke ya Hewlêr – Kerkûkê ji aliyê beşek ji Ereb û Tirkmenên Kerkûkê ve, dest bi xwepêşandanê kirin. Xwepêşandan jî bû sedema aloziyê û hêzên ewlehiyê bi guleyan destêwerdana xwepêşandanê kirin.

Di wê xwepêşandanê de 4 welatiyên Kurd yên bi navên (Hawkar Ebdullah, Heval Star, Semed Mihemed û Husên Sabîr) hatin şehîdkirin û 15 welatiyên din jî birîndar bûn.

Ji bilî şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek welatiyên Kurd li Kerkûkê, 4 rojnamevan û xebatkarên ragehandinê jî ji aliyê hêzên ewlehiya Kerkûkê ve hatin girtin û yek jî birîndar bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 175 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:20:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x