Kabîneya Herêma Kurdistanî îro roja çarşemê 11-12-2019an bi mebesta gotûbejkirina projeyaçaksaziyê civiya. Di civînê de, danûstandin derbarê reşnivîsa projeyasaya çaksaziyê li xanenişîn, mûçe, dermale, bexşîn û imtîyazatên din li Herêma Kurdistanê hate kirin ku beşek ji bernameya temam ya çaksaziyê di çarçoveya karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Serokê Civata Wezîran amaje bi wê yekê kir, ku çaksazî prosêsek berdewam e û di pêngavên bê de, tevahiya kertan li xwe digre. Got jî, di destpêka destbikarbûn a Kabîneya Nehem de, wan soz da ye, vê projeyasayê bişînin Parleman û ev proje ya hemû aliyên beşdar di hkûmetê de ye û di çarçoveya berjewendiyên giştî û dadperweriyê de ye. Da zanîn ku tekez, dê xelkê hêja, mafên wan parastî bin.
Piştî danûstandinên pirr û berfireh liser yek bi yek, ji birgeyên projeyasayê û piştî cîgirkirina çendîn guhertinan, Civata Wezîran, bi tevahiya dengan projeyasaya çaksaziyê pejirand û ji bo Parlemantoyê Kurdistanê dişîn e.